image


PeyamaKurd- Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din nêzîkî komelgeha Bagêra Duhokê bombebaran kir ku 200 metre nêzîkî malên sivîl bû.

Li gorî zanyariyan di encama wê bombebaranê de, otomobîlek bûye armanca bombeyan û 2 kesan can daye. Herwiha tê ragihandin ku endamekî PKKê jî di wê êrîşê de can daye.

Li gorî ragihandina welatiyên li wê deverê çekdarên PKKê nêzîkî wê devera hatiye bombebaran kirin çalak in û ji ber wê jî xelkê sivîl dibin hedefa êrîşên Tirkiyê ku zirareke mezin digihe wan.

Balafirên şer ên Tirkiyê rojek berê jî 3 caran bajarokê Mangeşk ê Duhokê bombebaran kiribûn û ziyanên madî gihiştin herêmê.