image

PeyamaKurd - Li nav sînorê qezaya Mexmûrê balafirên şer ên Hevbpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê şikeft û depoyên DAIŞê bombebaran kir.

Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulla Tahîr ragihandiye ku doh êvarê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê, li sînorê Çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê, embar û şikeftên terorîstên DAIŞê bombardiman kir.

Ebdulla Tahir ji BasNewsê re daye xuyakirin ku îro danê sibehê jî balafirên şer terorîstên DAIŞê bombardiman kirine.

Berpirsê PDKê gotiye, heta niha ziyana terorîstên DAIŞê nayê zanîn, lê belê hevpeymanî ji ber hebûna tevgera DAIŞê li wê herêmê bombardimanan berdewam dike.