image

PeyamaKurd - Asayîşa Giştî ya li Rojavayê Kurdistanê çend biryar ji bo Cejna Qûrbanê ragihandin.

Di ragihandinekê de, Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina belavbûna koronayê de çend biryar belav kirin ku çûnûhatina motorsîklek û tevgera tanker û qemyonan tê sînordarkirin.

Herwiha Asayîşê Cejna Qûrbanê li welatiyan pîroz kir û banga ku li gorî tevdîrên tenduristiyê tevbigerin li gel kir.

Biryarên hatine standin wiha ne:

  • Divê şênî li gorî biryaran tev bigerin û rêgezên tenduristiyê yên derbarê coronayê de pêk bînin.
  • Divê kombûn di cejnê de çênebin û silava dest bi dest nedin hev, lepik û devpoşk bi kar bînin.
  • Tevgera kamyon û sahrîcên mezin û navîn, ji 30yê Tîrmehê saet 01:00 heta 3’yê Tebaxê saet 18:00’an qedexe ye.
  • Tevgera motorsîklêtan ên sivîl û leşkerî di nava bajar û gundan de ji 29’ê Tîrmehê heta 4’ê Tebaxê saet 18:00’an qedexe ye.
  • Avêtina fîşekan ji aliyê hêzên ewlekarî, leşkerî û sivîlan qedexe ye. Yên li gorî vê tev negerin, wê werin cezakirin û çekê wan werin desteserkirin.
  • Divê hemû biryarên ku Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê coronayê de girtine, li tevahî deriyên sînor werin pêkanîn.”