image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li rojhilatê Beyrûd a paytexta Lubnanê, hejmarek mehkûm ji girtîgehê reviyane û piştî revê di bûyereke trafîkê de can dane.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê komek mehkûmên ku ji girtîgeha Baabda ya li rojhilatê Beyrûdê reviyan, bi otomobîleke diziyê ber bi cihê dixwestin biçin ve diçûn.

Otomobîla mehkûman ji ber leza zêde li darekê qelibû û 5 mehkûman di wê qezayê de can da.

Rayedarên Lubnanê ragihandine ku piştî bûyerê 40 mehkûmên ku karmendên ewlehiya girtîgehê rehîn girtibûn jî hatine binçavkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku hejmareke din a girtiyên reviyayî jî hatine desteserkirin.