image

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê biryar da ku mafê penaberiyê bo leşkerên Sûrî yên ji artêşa rejîma Beşar Esed reviyane.

Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropa ji bo welatiyên Sûrî yên ku ji artêşa Sûriyê û xizmeta leşkeriyê reviyane biryara mafê wergirtina penabertiya temam li seranserî welatên Ewropayê derxist.

Di biryarê de hatiye diyarkirin, her kesê ji xizmeta leşkeriya Sûriyê reviyaye û mafê penaberiyê bixwaze, dikare wî mafî werbigire, bi mercê ku di nava artêşa Sûrî de rastî zordariyê hatiye.

Beriya niha Yekîtiya Ewropayê daxwaza penaberiyê ya leşkerên ji artêşa Sûriyê cuda bûbûn red dikir û tenê mafê parastinê ji bo wan dihat dayin.