image

PeyamaKurd – Rêvebera sepana TikTokê ya li Amerîkayê bersiv da gefên Serokê Amerîka Donald Trump ku gotibû, ew dê TikTokê li Amerîkayê asteng bikin û derxin ji welat.

Rêvebera TikTokê li Amerîkayê Vannessa Pappas, li ser Twitterê bersiv da ‘gef û tohmet’ên Serokê Amerîkayê Donald Trump û got, “Niyeteke me nîne em biçin ti derekê. Em ê heta demeke dirêj li vir bimînin.”

Pappas diyar kir, “Ez spasiya bi milyonan Amerîkiyan dikim ku her roj TikTokê bikar tînin û xweşî û afirîneriyê li jiyana me zêde dikin. Me piştevaniya we ya zêde dît û em dixwazin spasiya we bikin. Niyeteke me nîne biçin ti derekê. Em dê bo demeke dirêj li vir bimînin.”

Li seranser cîhanê bi qasî 800 milyon kes TikTokê bikar tînin ku navenda wê li Çînê ye.

Li aliyê din kompaniya Microsoft jî di nav danûstandinan de ye ku sepana TikTok a Çînî bikire û bixe bin sîwana xwe ku hîn kompaniyê bersivek derbarê wê yekê de nedaye.