image

PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê ku koçberên Sûrî-Iraq û malbatên DAIŞê tê de dimînin, 2 kesên sivîl ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Ajansa Fermî ya bi ser rejîma Sûriyê ve (SANA) belav kir, li beşa Pêncem û Heştem a kampa Holê, jin û mêrek bi guleyên kesên nenas hatin kuştin.

Herwiha doh 21ê Mijdarê jî SOHRê ragihandibû, hin kesên nenas pasewanekî rêxistineke mirovî di nava kampa Holê de kuştine ku roja 16ê mehê jî, kesekî din li beşa sêyem a kampê ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Li Kampa Holê ku di bin kontrola HSD û hevpeymaniya navdewletî de ye, li gor amarên Netewên Yekbûyî 65 hezar kes tê de dimînin ku piraniya wan malbat û xizmên terorîstên DAIŞê ne û wekî kampa herî metirsîdar a cîhanê tê naskirin.