image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li ser pîrozkirina serokê 46emîn ê Amerîkayê Joe Biden got, ew hîn ne amade ye wî pîroz bike, lê amade ye bi her kesekî baweriya gelê Amerîkayê wergirtiye re bixebite.

Pûtîn ji televizyona dewletê re da xuyakirin ku ew niha pîrozbahiyê li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden nakin û wiha pê de çû:

“Emê bi her kesekî baweriya gelê Amerîkayê wergirtiye re bixebitin. Lê belê divê reqîbê wî namzedê ku dibêje, bi ser ketime jî serkeftina wî qebûl bike yan jî encamên fermî bên ragihandin ku pênase lê bê kirin.”

Pûtîn herwiha got, pîroz nekirina Joe Biden ji aliyê Kremlînê ve, ziyanê nade pêwendiyên Amerîka-Rûsyayê û da zanî, ji xwe tiştekî ziyanê nameya, ji ber ku her tişt serobinî hev kirin.