image

PeyamaKurd- Di navbera Fransa û Awûstralye de, bo kirîna 12 keştiyên noqavê, bi 50 mîlyar dolarî peyman hat îmzekirin. Fransa wê 12 keştiyên noqavê bifroşe Awûstralyayê.

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison ragihand ku peyman bo fîloya qraliyetê 12 keştî bên kirîn, di navbera wan û Fransa de hat îmezkirin. Morrison, di malpera serokwezîtiyê de xeberê ragihand ku 4 sal berê şîrketa Fransiz ya bi navê Naval Grup îhaleya 12 keştiyên noqavê yên nesla nû, di çarçoveya peymana ortaxiya stratejîk de qezenc kiriye.