image

Peyamakurd- Patrick Shanahan, ku Donalt Trump wî ji destpêka sala 2019 wek Wezirê Berevaniyê nu ya Amerîkayê destnişan kiribu, îro berî nîvro gehîşt Bexdayê.

Tê çaverêkirin, ku wezîrê Amerîkî Shanahan wê wezîrê Berevaniyê Iraqê û hin kesayetên hikumeta nu bibîne û li ser pêvejoya nu li Iraqê giftûgo pêk bîne.

Wek tê zanîn berî demekî kûrt, Donalt Trump gotibu, ewê hinek leşkerên Amerîkî ji Suriyê bikşînin Iraqê jibo ku ew bikaribin çavdêriya Îranê bikin.

Usa diyare, wê Patrick Shanahan di ziyareta xwe ya Bexdayê de di vî çarçeweyê de tevbigere.