image

PeyamaKurd – Li ser ceribandina sîstemên bergiriya asmanî yên rûsî li bajarê Sînop ê Tirkiyê, NATOyê bi rêya e-maîlê peyman da.

Li gorî daxuyaniya NATOyê ku Bloombergê belav kiriye, NATOyê nîgeraniya xwe bo testkirina sîstemên moşekî yên S-400an ji aliyê Tirkiyê ve aniye ziman û wekî kirineke cihê metirsiyê ye.

NATOyê herwiha bal kişandiye ser têkiliyên endamtiyê yên Tirkiyê û gotiye, ya girîng ew bû ku bi hevpeymanên din re rê û rêbazeke alternatîf bo S-400an bibînin.

Di daxuyaniya NATOyê de hatiye destnîşankirin, “Ev sîstem ji bo fîloyên balafirên hevpemanên NATOyê dibe rîskeke cidî pêk bîne û bandorê li ser pêwendiyên hevpeymanan bike. Ev biryareke netewî ya Tirkiyê ye, lê belê S-400 nabe bikeve nav sîstema hevpeymaniya NATO ya moşekî û asmanî.”