image

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser rewşa Kovid-19 ê ya li Almanya axifî û got ku rewşa Almanya di dîrokê de rewşa herî zor e. Merkel got ku Kovid-19 hêjî wenda nebûye lê wan hîn kir bê çawa bi vûrsê re bi awayekî baş bijîn. Merkel got ku ew dizanin Awrûpa di rewşa herî zor ya di dîrokê de ye.

Her weha Merkel ragihand ku mijara bo serkeftina Kovid-19 ê,weka YA yê girtine nav bernameya xwe. Almanya vê dewrê serokatiya Yekîtiya Awrûpayê ya demkî dike.

Di rojeva wan de her weha parastina îklîmê ya bo dahatûyê heye û ji Komîsyonê li benda pêşniyarane. Mijara koçberan, budçeya YA yê, mijara aboriyê di rojeva wan de ye.

Almanya di 1 ê temmûzê de serokatiya Yekîtiya Awrûpayê ya demkî ji Xirwatistanê dewr sitendibû ku di ser de tenê yek rojekî derbas bûye.