image

PeyamaKurd- Li Yemenê li bajarê Hudeydeyê ew hûbûbatên ku hatine depokirin, bi sedema şer an hinek sedemên din nahêlin ku Neteweyên Hevgirtî ji depoyan derxin û bidin xelkê feqîr. Li gor ragihandina rêvebirên Neteweyên Hevgirtî ew stok têra 3.7 mîlyon kesan bo mehekî dike û niha bi rizandinê re rû bi rû ne.

Koordînatorê alîkariyê yê Neteweyên Hevgirtî Mark Lowcock û temsîlkarê Yemenê Martin Griffiths dibêjin ku ev 5 mehe wan xwarinan di depoyan de ne. Rêvebir dibêjin:

“Bo em xwe karibin bigîhînin aşan, divê her dû alî; hêzên koalîsyonê û Hûsî bihêlin û berpirsiyarî yê her dû aliyan e.”

Li bajarê Hûdeydeyê rêyên ku diçin sîloyan ji aliyê her dû aliyan de hatine girtin û nahêlin kes bikaribe here wan sîloyan.