image

PeyamaKurd - Li Tirkiyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi hatina zivistanê re, bîlançoya pêketin û mirinên ji vîrusa koronaya nû Covid-19 zêde dibe ku deshilatdariya Tirkiyê bi tedbîrên sînordar dixwaze pêşiya zêdebûnê bigire.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 6 hezar û 17 nexweşên koronayê hatine tomarkirin û 139 kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca got, di nava 24 saetên derbasbûyî de 155 hezar û 516 test hatine kirin û ji wan 6 hezar û 17 nexweş hatine tespîtkirin. Lê belê ev demek e dirêj e Tirkiye li şûna encamên testan ên pozîtîf tenê hejmara nexweşan ango kesên nîşaneyên korona bi wan re xuya ne eşkere dike.

Li gorî amarên dawî, 3 hezar û 812 kes ji nexweşên koronayê di nav 24 saetên borî de baş bûne.

Li gorî amarên fermî hejmara pêketiyên Covid-19 li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 446 hezar û 822 kesan, 12 hezar û 358 kesan can daye û heta niha 374 hezar û 637 kes jî baş bûne.