image

PeyamaKurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de 1815 nexweşên koronayê hatin tomarkirin û 72 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand, 101 hezar û 403 testên koronayê hatine kirin ku di encamê de 1815 nexweşên nû hatine tesbîtkirin.

Herwiha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 72 nexweşên koronayê can dane ku hejmara mirinan gihîştiye 9 hezar û 296 kesan û hejmara pêketinan jî bûye 347 hezar û 493 kes.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye kesên ku testên wan ên koronayê pozîtîf derketina di tabloya rojane de belav nake, lê tenê kesên ku nexweşî li ser wan peyda bûye ango semptomên koronayê çêbûne belav dike ku ev jî ji aliyê pisporên pizîşkî û Yekîtiya Hekîmên Tirk ve tê rexnekirin.