image

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî yê Serokê Amerîkayê Robert O’Brien da xuyakirin ku Ermenistan ji bo rawestandina şerê Qerebaxa Çiyayî agirbestê qebûl dike, lê belê Azerbaycanê qebûl nekiriye.

O’Brien ji televizyona CBS a Amerîkî re got: “Me dawiya vê heftê bi fermana serok dema xwe ji bo navbeynkariya pêkanîna aştiya navbera Ermenistan û Azerbaycanê derbas kir. Ermenistanê agirbest qebûl kir. Azerbaycanê hîn qebûl nekiriye. Em hewl didin wan razî bikin.”

Hêjayê bibîrxistinê ye, Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyeve ji bo rawestandina şerê Qerebaxê ku 27ê Îlonê dest pê kiriye merc danîbû û gotibû, heger Ermenistan prensîbên Koma Minskê  ya Amerîka, Fransa û Rûsya tê de cî digirin qebûl bike, ew dê agirbestê erê bikin.