image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê, li nav sînorê parêzgeha Zîqar a Iraqê, karwaneke sivîl a Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, rastî êrîşeke bombeyî hat.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, îro Yekşemê bombeyeke vedayî bi karwaneke sivîl de teqiya ku wê karwanê alav û pêwîstiyên lojîstîk bo Hevpeymaniya Navdewletî vediguhestin parêzgeha Zîqarê.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di rûdanê de zirareke biçûk gihiştiye otomobîleke nav karwanê.

Beriya niha jî çend caran êrîşên bi vî awayî bi ser karwanên hevpeymaniyê de hatibûn kirin.