image

PeyamaKurd- Navend payîtext Ankara Tirkiyê, di 76 bajaran de biryara binçavkirina 1112 kesan ji rêxistina FETÖ yê hat dayîn. Biryar bi sedema ku di sala 2010an de, “bo ezmûna cîgirê komîserên asayîşê” hat kirin, rêxistina FETÖ di rêyeka ne rewa de di ezmûnê de wan dane qazanckirin.

Li gor serdozgeriya Ankara ku serpereştiya lêpirsînê dike, pirsên ezmûnê, berya ezmûnê dane endamên xwe. Bi vê sedemê di 76 bajaran de operasyon hat destpêkirin. Bo operasyonê ji her bajarê wezîfedar çûn Ankara rêvebiriya giştî ya asayîşê û di derbarê operasyonê de perwerde û rêbaza operasyonê hîn bûn.

Berya operasyon destpêbike, lîsteya navên kesên dê bên binçavkirin û agahiyên di derbarê wan de hatin şandin bo rêvebiriya asayîşa bajaran.