image

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku ew dê heta meha Mijdarê hejmara hêzên xwe yên li Afganistanê daxin bin 5 hezar leşkeran.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper got: "Heta dawiya meha Mijdarê, emê leşkerên xwe yên li Afganistanê daxin bin 5 hezaran. Wê derbarê planê de rayedarên Pentagonê Kongreya Amerîkayê agahdar bikin. Divê dema derketina ji Afganistanê bê misogerkirin ku gefa terorê nemaye.’

Serokê Amerîka Donald Trump, 4ê Tebaxê di hevpeyvînekê de ragihandibû ku, ew dê piraniya hêzên xwe yên li Afganistanê vekişînin û hejmarê daxin bin 8 hezaran.