image

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) şewitandina baregehê PDKê li Bexdayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Îtilafa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, şewitandina baregehê PDKê li Bexdayê şermezar kir û got, ew derbarê wan kiryaran de dilgiran in û şewitandina baregehên siyasî, wekî karekî nayê qebûlkirin bi nav kir.

Di daxuyaniyê de rola Serok Mesûd Barzanî derbarê şoreşa Sûriyê de bibîrxistin û hat gotin: “Ev partî (PDK) bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve li aliyê şoreşê bû.”

Îtîlafê diyar kir, ev kiryar pencemora aliyên bi ser Îranê ve li ser e û divê sînorek ji vê tevlîheviyê re bê danîn.

Di dawiyê de jî hat gotin, ev kiryar dibe sedema çêbûna duberekiyê di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de, di demekê de ku pêwîstiya Iraqê bi yekgirtinê heye.