image

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Hindistanê ragihand ku wan biryarê daye ji Rûsyayê bi bihayê 5.2 mîlyar $ an 21 heb balafirên şer Mig-29, 12 heb Sukhoi Su-30 MKI balafirên şer, sîstemên fuzeyan û ekîpmanên leşkerî bikirin.

Wê Hindistan bo xurtkirina sînoran û artêşa xwe 59 heb MİG-29 balafirên xwe yên şer nûbike. Kirîna balafiran û nûkirina wan wê bi 2.3 mîlyar $ an li ser Hindistanê bibe mal.

Cîhazên ku bo Hindistanê hatine kodkirin, sîstema fuzeyan ya bi 1000 km menzîlan, muhîmmatên roketavêjên pirlûleyî yên bi navê “Pinaka” dê bikirin. Daxwaza nûkirina alavên zirxî yên tîpên BMP jî hat qebûlkirin. Bi tevahî miqdarê maliyetê dike 5.2 mîlyar $.

Hindistan bi Fransayê re di sala 2016 an de peyman girêdabû da 36 heb balafirên tîpa Rafale blafirên şer bikire û divê 6 ji wan di dawiya vê mehê de bên teslîmkirin. Van biryarên Hundistanê piştî di navera wan û Çînê de, di Wadiya Galwanê de şer derket hatinin dayîn.

Hindistan, li ser sînorê Çînê, li Ladakh a Rojhilat sîstema hewayî ya fuzeyan ku ji bejayiyê bo hewayê tên avêtin, topên Obus û tankan bicîh kiribû.