image

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, beriya lutkeya welatên Yekîtiya Ewropayê ya meha Kanûnê, derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrên hikûmeta wî yên derbarê pêkanîna reforman de axivî.

Erdogan doh 21ê Mijdarê di axaftineke xwe de, banga danûstandinê li Yekîtiya Ewropa kiribû û gotibû, berê Tirkiyê li Ewropayê ye.

Le Drian got, Parîs li benda "kirinên" ji aliyê Tirkiyê ve ye, berî ku civîna Konseya Ewropayê were lidarxistin ya ku tê çaverêkirin sepandina cezayên nû yên bo Tirkiyê werin gotûbêjkirin.

Le Drian ji rojnamevanan re diyar kir: "Ev du sê rojin em daxuyaniyên aram ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve dibînin, lê ev têr nake, divê kirin jî hebin."

Wezîrê Fransî destnîşan kir, ew li bendê ne, Tirkiye li rojhilatê derya Spî, Lîbyayê û Qerebaxê ber bi wan de gav bavêje.

Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha got: "Gelek nakokiyên me bi Enqereyê re hene. Tirkiye êrîşî du endamên Yekîtiya Ewropayê Yunanistan û Qibrisê dike, herwiha çekdarên Sûrî dişîne Qerebaxê."