image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê di gotareke xwe ya li Stenbolê de, ragihand ku li gorî lîsteya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ew di xebatên bo pêşxistina derziya koronayê de piştî Amerîka û Çînê di rêza sêyem de ne.

Erdogan herwiha got, “Du xebatên namzedê derziya koronayê pişkinînên ser ajalan bi serkeftî temam kirine. Heta yek ji wan ji aliyê lijneya etîkê ve hatiye pesendkirin ku hatiye asta ceribandina li ser mirovan.”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku bi pêşengiya saziya zanistê ya Tirkiyê TUBITAKê, 8 projeyên derziyê û 10 dermanan bo koronayê  têne meşandin.