image

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de ku daxwaza azadkirina wan kiribû û gotibû, serokomar jî li ser dadgehkirina ji derve hevnêrîn e axivî.

Erdogan piştî du roj bi ser daxuyaniyên Arinç de çûn îro di gotareke xwe ya kongreyên partiya xwe de got, ew gotinên wî yên şexsî ne û ti têkiliya wan biSerokomar, hikûmet û partiya wan re nîne.

Bulenç Arinç bixwe şêwirmendê bilind ê serokomar e û di bernameyeke televizyonê de, li ser mijara reformên ku Erdogan û wezîrên hikûmetê van rojan behsa wan dikin nêrîna xwe anîbû ziman û li ser pirsa, Demirtaş û Kavala de jî gotibû, divê bên berdan, lewra doznameya bo wan hatiye nivîsandin zarok jî nanivîsin.

Erdogan îro bersiv da wan gotinan û got: “Her çiqas berê me li gel hev kar kiribe jî, nabe nêrîn şexsî yên kesekî bi Serokomar, hikûmet û partiya me ve bên têkildarkirin.”

Erdogan diyar kir, “Em ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nabin” û li ser Demirtaş jî got, “Em bûyerên Kobaniyê jibîr nakin!”

Erdogan herwiha da xuyakirin, “Di demên dawîn de ji ber daxuyaniyên me yên reforman, em dibînin ku agirekî fitnê tê pêxistin. Yên têkildarî terorê bûbin ti caran li gel me nabin. Rêya me diyar e.”