image

PeyamaKurd- Piştî referandûma serxwebûnê ya Katalanyayê 12 kesên ku serpereştiya referandûma serxwebûnê dikirin, piştî 1.5 ê li payîtexta Îspanya Madrîdê derketin dadgehê. Sûcên ku dozger wan pê tewanbar dike; “serhildana li dijî dewletê, teşwîqa xelkê bo serhildanê, bêîttaatiya li hember dezgeyên dewletê û malê xelkê bi awayeka xerab bikaranîn” ji 4 xalan di dadgeha bilind ya Madrîdê tên darizandin.

Dozger bo girtiyan cezayên ji hev cuda dixwaze. Cezayê tê xwestin di navbera 7 sal û 24 salan de ye.

Doz weka yek ji dozên herî girîng ya dîroka welat tê qebûlkirin û ji aliyê 160 rêxistinên medya de li dora 600 rojnamevan dişopîne. Dibe ku doz li dora 3 mehan dewam bike. Ji 12 kesan 3 ji wan serbestin û 9 ji wan di zîndanê de ne.