image

PeyamaKurd – Di encama êrîşeke asmanî de ya ser bajarê Bûkemal ê Sûriyê ku hevsînorê Iraqê ye, 14 milîsên çekdar ên girêdayî Îranê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê (SOHR) ragihand, tê texmînkirin balafîirên êrîş birine ser milîsên Îranî yên Îsraîlî ne ku bingehên milîsên Îranê li Bukemalê bombebaran kirine.

SOHRê daye xuyakirin ku di êrîşê de 10 xalên mîlîsên Îranê li rojavayê Bûkemalê hatine aramnckirin û teqînên mezin li derdora bajar çêbûne.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 14 çekdarên Afganî û Iraqî hatine kuştin yên nêzîkî Îranê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek caran êrîşên bi vî rengî li ser erda Sûriyî li dijî bingehên Hizbulaha Libnanê û hêzên Îranê pêk tînin.