image

PeyamaKurd – Dezgeha Îslamî ‘‘Baraka City’’ ji aliyê Hikûmeta Fransayê hat hilweşandin. Serokê dezgehê daxwaza mafê penaberiya siyasî ji Erdogan kir.

Li gor Wezareta navxwe ya Fransa diyar kir, ji ber ku Misilman bo tundiyê gij dikir û pêwendiya wê bi bizaveka Îslamî ya radîkal re hebû û her duyan amadekariya çalakiyên terorîstî dikirin, dezgeha Îslamî ya bi navê “Baraka City” hilweşandine.  

Berî çend rojan, Serokê dezgeha îslamî Baraka City Idrîs Sîhamedî, ji aliyê Fransayê ve, bi tohmeta ku rojnamevanekî berê yê kovara Fransî ya Charlie Hebdo tehdîd kiribû, hatibû girtin.

Idrîs Sîhamedî do bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir, ji ber êdî li Fransa ewlehiya wî nemaye, mafê penaberiyê ji xwe û hevalên xwe re xwest.