image

PeyamaKurd - Li başûrê Dêrazorê, çekdarên DAIŞê êrîşek li dijî hêzên bi ser hikumeta Şamê de pêk anîn û 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin..

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh DAIŞê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora zeviyê Xerata yê Dêrazorê êrîşek pêk anî û di êrîşê de 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

SOHRê diyar kir ku piştî êrîşa DAIŞê, rejîma Sûriyê hêzek xwe ya mezin ya leşkerî ber bi herêmê ve şand.

Hêjayî bîrxistinê ye ku terorîstên DAIŞê ji Adara 2019an ve li çolistana Sûriyê çalak bûne û van demên dawî jî êrîşên xwe zêde kirine.

Li gorî zanyariyan ji 24ê Adara borî û heya niha, 631 leşkerên rejîmê li Dêrazor, Homs û Siwêdayê hatine kuştin.