image

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li Nîjerê êrîşî leşkeran kir û 8 leşkerên Nîjerî hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan doh 21ê Mijdarê çekdarên DAIŞê li gundê Koymîtî yê wîlayeta Borno ya Nîjerê li dijî kerwaneke leşkerî êrîşek pêk anî.

Hat ragihandin ku rêxistina bi navê ‘wîlayeta rojavayê Afrîka’ ya girêdayî DAIŞê, bi moşekan êrîşî leşkerên Nîjerê kir û di encama kemîna DAIŞê de 7 leşkerên Nîjerî û endamekî alîgirê hikumetê hatin kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûn.

Koma bi navê ‘wîlayeta rojavayê Afrîka’ di sala 2016an de ji nav rêxistina Boko Heram cuda bûbû ku ew jî wekî şaxekî DAIŞê tê zanîn.