image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe bi sedema qewimandinên di tevgerên “Êlek Zer” an ku şiddetê bikaranîne û zerarê dane malên xelkê, wan şermezar kir.

Philippe ragihand ku ji destpêka tevgerên êlek zeran heya niha cezayê zîndanê bo hezar û 796 kesan hatiye dayîn, darizandina 422 kesan hêj nehatiye kirin û bi sedema ku di xwepêşanan de tevgerên şiddetê nîşan dane, dest bi lêpirsîna 18 kesan kirine.