image

PeyamaKurd – Pişti ku Sererkanê Artêşa Iraqê Osman Ganimî ragihand ku ew dê bi hêzên Peşmerge re hêza hevbeş a operasyonan ava bikin û bi kordînasyona artêşa Iraqê û Pêşmerge navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biparêzin, medya tirk jî bêtehemuliya xwe ya li dijî vê careke din nîşan da.

Li şûna ku medya tirk derbarê mijarê de, agahiyan ji rayedarên Iraqê û Kurdistanê bistîne, bi agahiyên Eniya Tirkmenî (ITC) ya dijî kurd dide medyayê û raya giştî dixapîne.

Wekî mînak Hurriyetê bi zimanê Serokê Eniya Tirkmenî Erşet Salihî daye ku gotiye, “Di navbera wezareta berevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê de, ji bo vegera Pêşmerge ya herêmên nakok ti peymaneke nehatiye girêdan.”

Hurriyet qet pêwîst nabîne ku rastiya van zanyariyan hîn bibe û ji rayedarên fermî yên Iraq û Kurdistanê bipirse.

Li şûna daxuyaniyên fermî û rayedaran medya tirk berê xwe dide kesayetên wekî Erşet Salihî û hewil dide gotinên wan jî îsbat bike û nîşan bide ku hevkariya hêzên Iraqê û Pêşmerge bêbingeh e.

Lê belê ji xwe vegera Pêşmerge ya bo herêmên wekî Kerkûkê ku nakokî li ser wan heye, di xala 140 a Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin û niha tişta tê kirin jî bicihanîna madeya 140 e. Ne medya Tirk ne jî kesayetên wekî Erşet Salihî yên di bin fermana Tirkiyê de, nikarin ji bo van biryar û geşedanan paşde gavê bidin avêtin û vegera Pêşmerge asteng bikin.