image

PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge General Sîrwan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji El Cezîreyê re axivîn.

Barzanî di hevdîtina El Cezîreyê de da xuyakirin, ligel ku rêxistina terorîst DAIŞ ji bajarok û gundên Kurdistanê hatiye dûrxistin jî hîn li herêmên çûye çalak e.

‘Dê Erdogan herêma tampon bikar bîne’

Sîrwan Barzanî bal kişand ser ku çend operasyonên hêzên Iraqî ligel Pêşmerge ji bo paqijkirina herêmên DAIŞê heta radeyekê serkeftî bûne, lê ji ber hin astengiyên rayedarên Iraqê û kêmasiyên plansaziya Amerîka û hevpeymaniyê serkeftina ku dixwazin pêk nehatiye.

General Barzanî anî ziman ku hê jî li nav erda Iraqê hin herêm di kontrola DAIŞê de hene, lê ji ber ku ew herêm di bin kontrola hêzên Iraqê de ne, ew derbarê mijarê de ne xwedî erk û agahdarî ne.

Barzanî li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Erdogan wekî êrîşa Adara sala borî li Efrînê kiriye, wê herêma tampon a tê plankirin ji bo perçiqandina Kurdan bi kar werîne û wiha pê de çû: “Heke şervanên girêdayî Tirkiyê û terorîstên bi ser Erdogan ve li wir bin, dê ji bo bidestxistina erd şer bikin. Dê ew der nebe herêma ewle, lê dê veguhere herêma şer.”

Sîrwan Barzanî li ser daxuyaniya Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê jî got ku ew ji ber îhtimala tenêhiştina Kurdên Rojava ku hevpeymanên girîng ên têkoşîna dijî DAIŞê ne bi endîşe ye.

‘Divê hêzên Amerîka bimînin’

Herwiha Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî got, "Li gor me DAIŞ bidawî nebûye. Hîn li Kerkûk, Diyala, Silehadîn, Mexmûr û Mûsilê, li navçeyên nakokî li ser heye, çalakiyên terorîstan berdewam dikin. Rojane êrîşan dikin û heta hêza xwe jî zêde kirine. Heta Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî dibêjê, pêwîste hêzên Amerîkî bimînin. DAIŞ hîn jî rêxistineke terorîst a cîhanî ye. Dibe ku erd û xîlafeta xwe ji dest dabe, lê hê jî dimîne û xeter e.”

Werger – Nûçe | PeyamaKurd