image

PeyamaKurd - Li gor raporteke rojnameya Wall Street Journalê YPG-HSD ku ji sedî 70yê herêmên petrola Sûriyê kontrol dike, petrolê difiroşe rejîma Esed.

WSJ nûçeya xwe dispêre îstixbarata Amerîkayê û şifêrên qemyonan û dide zanîn, heta niha rêjeyeke mezin a petrolê bi rêya Qatirji Group ku ji ber firotina petrolê bo rejîma Esed Ewropayê dorpêç danîne ser, petrol firotiye.

Di nûçeyê de tê gotin ku petrola tê firotin, li rojhilatê Sûriyê di qadeke 30 kîlometreyî de tê derxistin û dema DAIŞê ew dever kontrol dikir, wan jî petrol derdixist û difirot heman kompaniyê.

WSJê da xuyakirin ku rayedarên Wezareta Darayî ya Amerîkayê û kompaniya Qatirji Group bersiva pirsa firotina petrolê nedane.