image

PeyamaKurd - Kompaniya ShaMaran Petroleum a Kanadî ku li Herêma Kurdistanê kar dike, ragihand ku wan heqdestê meha Hezîranê 12 milyon û 500 hezar dolar wek heqdestê meha Hezîranê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Kompaniya ShaMaran bi daxuyaniyekê ragihand, 4 milyon û 500 hezar dolar ji wî pereyî pişka wê ye û yê din jî pişka hevbeşên wê yên li Herêma Kurdistanê ne.

ShaMaran Petroleum digel kompaniya Taqa ya Îmaratê li bîrên petrolê yên Etrûşê li parêzgeha Duhokê kar dikin û rojane nêzîkî 35 hezar bermîlên petrolê berhem tînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedema rewşa darayî û belavbûna vîrusa koronayê û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, heqdestê kompaniyên petrolê ji bo dema çend mehan paş xistibû.