image

PeyamaKurd- Seroka Fon a Pere ya Navdewletî (IMF) Christine Lagarde ragihand ku aboriya dinyayê weka ku wan texmîn dikir na, lê di ser texmîna wan de, gelek hêdî bûye û 4 ewrên ku bandorê li aboriya dinyayê dikin, dibe ku bobelatekî mezin biafirînin.

Lagarde li Dûbaiyê di zîrwe ya bi navê World Government Summit ê de axifî û xwest da herkes bo bobelatekî ayînde amade be. Di nava rîskên ku hene de; behsa “arîşeyên bazirganî û zêdekirina baca gumrukan, zoriya fînansê, nezelaliya opêvajoya Brexitê û paşdeçûna aboriya welatê Çînê” nîşan da û got; ji niha de nexweşiyên bazirganî yên navbera Amerîka û Çînê bandora xwe nîşan dane.

Lagarde weha dewam kir: “Em nizanin wê van tengasiyan çawa çareser bibin lê ji niha de, bandora wê li baweriya seha bazirganî û bazarê kiriye. Dema li hewayê zêde ewr hebe, bo bobelat (firtûne) destpêbike, tenê pêdivî bi brûskê heye.”