image

PeyamaKurd - Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan (KED-DER) li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê hat vekirin.

Di vekirina KED-DERê de gelek kesayetên Kurd beşdarî kirin û ligel piştgiriyê kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina xebatên komeleyê nîşan dan.

KED-DER ku ji aliyê Kurdên li Îzmîrê dijîn ve hatiye vekirin, dê xizmeta çand, ziman, edebiyat û dîroka Kurdan bike û tevî xebatên zanistî çalakiyên çandî û hunerî li dar bixe.

KED-DERê doh 3yê Sibatê li navenda xwe ya Îzmîrê bi merasîmekê dest bi xebata xwe kir.