image

PeyamaKurd –   Albuma nû ya Hunermenda Kurd Tara Mamedova derket û klîba yekem a albumê, strana Xewna Giran hat weşandin.

Hunermenda Kurd Tara Mamedova, piştî albumên xwe yên ‘Live’ û ‘Ax’ bi albuma ma xwe ya nû ‘Giran’ û bi klîba strana yekem ‘Xewna Giran’ derket pêşberî hezkiriyên muzîka Kurdî.

Di albumê de ji xeynî du berhemên Tara Mamedova, stranên gelerî û herwiha berhemên Fêrikê Ûsiv, Abdulaziz Xeyat, İsmail Cuma, Dr. Ahmet Kaya, Hekim Sevkan jî hene.

Strana yekem a albuma nû ya Mamedova ‘Xewna Giran’ di hemû platformên dîjîtal de hat weşandin. <>