image

PeyamaKurd - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) desteya xwe ya rêveberiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir û ragihand, Berdevkê HezKurdê Barij Celalî ye û Berpirsê Koordinasyona Navendî jî Fevzî Bulgan e.

Di daxuyaniya HEZKURDê ya ragihandina rêveberiya nû de hat gotin, “Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.”

HEZKURD 6ê Îlona 2020an li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bi fermî damezrandina xwe ragihandibû.

Rêveberiya HEZKURDê ji van kesan pêk tê:

Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî

Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzî Bulgan

Berpirsa Karên Derve: Rûken Serhedî

Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethullah Elçî

Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm Gozegir

Berpirsa Ciwanan: Leyla Babosî

Berpirsê Ciwanan: Adem OK

Berpirsa Jinan: Zerya Dilsoz

Berpirsê Civakî: M. Said OZTURK

Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin Dere , Îbrahîm Sediyanî, Îrfan Amed

Ji HEZKURDê daxuyaniya mafê zimanê Kurdî: Tenê armanceke...