Sûrî daxwaziya De Mistura qebul nekir!

Biryar e ku hefteya bê hevdîtinên nû yên Cinêva 5an dest pê bikin.  Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan De Mistura jî xwestiye ku berî hevdîtinan serdana Şamê bike lê daxwaziya wî ji aliyê rêvebiriya Sûriyê ve hatiye redkirin.

Li gorî agahiyên bidestxistî De Mistura xwestiye ku berî civîna Cenevê ya ku tê plankirin di 23ê Adarê de bê lidarxistin, serdana Sûriyeyê bike. Hikûmeta Sûriyeyê ji ber ku De Mistura ji bo hatina xwe ti sedem nîşan nedane, ev daxwaza wî red kiriye.

Herwiha çavkaniya herêmî di derheqê serdana Şamê ya de Mîsturayê de dibêje: “De Mistura li Sûrî weke insanekî alîgirê muxalefetê û dijberekî Rejîma Sûrî tê qebulkirin loma jî wek mirovê nexwestî tê pejirandin’

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!