Ala rengîn bejna xwe êdî li asîmana Kerkukê jî li ba dike

Li bajarê Kerkûkê tevî birêveçûna merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê, aleke mezin a Kurdistanê li ser Kelha Dîrokî ya Kerkûkê hat bilindkirin.

Doh duşemî 20ê Adara 2017an bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û berpirsên hikûmetî û partiyên siyasî yên Kerkûkê, merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê birêveçû.

Bi hezaran welatiyên Kerkûkê ji hemû pêkhateyên wê beşdarî ahnega pîrozkirina Cenja Newrozê bûn.

Di merasîmê de Necmedîn Kerîm axavtinek kurt pêşkêş kir û bi helkefta hatina Cejna Newrozê pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û Kerkûkê kir.

Necmedîn Kerîm herwiha diyar kir ku êdî li Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê, Ala Kurdistanê jî tê bilindkirin û tekezî li ser pêkvejiyana navbera pêkhateyên Kerkûkê kir.

Piştre li ser Kelha Dîrokî ya Kerkûkê aleke mezin a Kurdistanê hat bilindkirin û  agirê Newrozê hat pêxistin û şahiyên ji bo cejnê hatin destpêkirin.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!