YPGê bi Rusyayê re peymana hevkariyê îmze kir

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyand ku wan bi Rûsyayê re di warê têkoşîna dijterorê de peymana hevkariyê îmze kirine. Xelîl diyar kir ku di çarçoveya peymanê de tê pêşbinîkirin ku Rûsya dê li Efrînê xwediyê hebûna leşkerî be.

Berdevkê YPGê di derheqê naveroka peymanê de ev tişt gotin: “Hebûna Rûsya ya li Efrînê xwe dispêre peymana YPGê û leşkerên Rûsî yên li Sûriyê. Peyman hevkariya têkoşîna dijterorê, perwerdekirina nûjen a yekîneyên YPGê ya ji aliyê leşkerên Rûsî ve û avakirina nuqteya ragihandinê ya bi yekîneyên Rûsî re di nava xwe de dihewîne.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hêj di derbarê agahiyên ku ji aliyê YPGê ve hatin dayîn de tu daxuyanî nedaye.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!