Tirkiye: Bilindkirina ala Kurdistanê dê zirarê bide pirrengiya Kerkukê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyêyê Huseyîn Muftuoglu derbarê rakirina Ala ya Kurdistanê, li ber dezgehên fermî yên bajarê Kerkûkê daxuyaniyek weşand û got:”Dê zirarê bide istiqrara Iraqê.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Hikûmeta Tirkiyeyê Huseyîn Muftuoglu di daxuyaniya xwe de derbirî: “Hewldan û sîstema yek alî ya li ser mijara Kerkûkê, zirarê digihîne hewlên ji bo ji biratiyê û îstîqrara Iraqê.” Mufuoglu wiha got:”Van hewldanan xeterê ne li ser pirçandî dewlemendî aborî û civaka bajarê Kerkûkê.”

Wek tê zanîn roja 16ê Adarê biryar hatibû dayîn ku li hemû dezgeh û saziyên fermî yên li Kerkûkê Alaya Kurdistanê bê hilanîn.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!