Şervanên HSDê bajarê Kerame kontrol kir

Hêzên HSDê beşek ji bajarê Kerame yê ser bi Reqayê ve kontrol kir.

Operasyona Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi Reqayê ve  bi piştevaniya Amerîkayê berdewam e.

HSDê di van çend rojên dawî de bi dehan gund û wêstgehên elekterîkê ji dest DAIŞê derxistine, tenê niha li gorî çavkaniyên HSDê, ew 20 km ji aliyê rojhilat ve, dûrî Reqayê ne.

Medyaya ser bi Odeya Operasyona Hêrsa Feratê, ragihand ku hêzên wan di berdewamiya qonaxa sêyem ya kontrolkirina Reqayê de, beşekî mezin ji bajarê Kerame kontrol kirine.

Operasyona dorpêçkirina Reqayê bi dawî bû. Niha HSD dike ku bêhtir nêzî navenda bajêr bibe. Fermandariya HSDê doh di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku operasyona mezin a ber bi navenda bajêr ve dê di meha nîsanê de dest pê bike.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!