Rûsya: Li Efrînê em ê navendeke çavdêriyê vekin ne binkeyeke leşkerî…

Wezareta Berevaniya Rûsyayê rêkeftina bi YPGê re û vekirina navendeke leşkerî li Efrînê red kir û tekez kir ku planeke bi vî rengî ya Rusyayê nîn e.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihandibû ku wan bi Rûsyayê re peymanek îmze kirine û di çarçoveya wê peymanê de navendeke leşkerî ya Rûsyayê dê li Efrînê were vekirin.

Li hember wê yekê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek weşand û têde zanyariyên di derbarê vekirina navendeke leşkerî ya Rûsyayê de li Efrînê red kir û got: “Li nêzî Efrînê li herêmên ku Artêşa Sûriya Azad û hêzên kurdî têne hemberî hev şaxeke Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyê ya Rûsyayê dê were avakirin. Lê cihê ku dê were vekirin ne baregeheke leşkerî ye.”

Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser avakirina baregehê li Efrînê ragihand, pîlaneke wan a bi vî rengî tine ye.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!