Mesrûr Barzanî: Dewleta serbixwe bikin xelat û dîyarî

Şêwirmendê Ciwata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta Newrozê daxuyaniyek da.

Tekstadaxuyaniyê;

Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikim

Sersal û cejna netewî ya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, Pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û kameran ji wan re dixwazim.

Niha ku dever di nava guhertinên bilez de ye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin. Çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin her wisa jî lazime tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirin ji xak û netew li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin. Daku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigehêjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya sazmandehî kirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêze û lazime em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin. Daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.

Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekarî dikin, weke hertim hişiyar û çav vekirî bin bo dabîn kirina rewşeke aram û bi ewle bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku ji ber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20 Adara 2017

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!