Li Zanîngeha Kerkukê ala Kurdistanê hate bilindkirin

Îsal li Kerkukê cejna Newrozê dê bi coşeke cuda bê pîrozkirin lewra him xetereya DAÎŞê rabû ji ser bajêr him jî cara pêşî ala Kurdistanê dê him li qadan him jî li saziyên fermî yên bajarê Kerkukê were bilindkirin. Piştî talîmata parêzgariya Kerkukê îro li Zanîngeha Kerkukê ala Kurdistanê hate bilidkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê dê li keleha Kerkukê bêne lidarxistin. Her wiha aleke mistîmezin a Kurdistanê jî dê li kelehê were bilindkirin.

Parêzgarê Kerkukê Necmettîn Kerîm ji bo pîrîzbahiyê talîmat daye ku aleke bi 5 metir firehî li keleha Kerkukê bê bilindkirin. Haziriya pîrozbahiyê temam bûye û niha her kes li benda cejna Newrozê ye.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!