‘Êzîdiyên revandî tenê bi alîkariya Pêşmerge hatin rizgarkirin’

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyan eşkere kir ku 8 jin û 3 zarokên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku di encamê de heta niha 2936 kes hatine rizgarkirin.

Berpirsyarê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî Husên Koro bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand; “Me beriya niha jî ji gelê xwe re gotibû ku em ê mizgîniyên xweş bidin wan. Îro hejmareke din ên keç û jinên me ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûn. ”

Husên Koro da zanîn ku piştî van kesên rizgarkirî hejmara kesên rizgarkirî gihiştiye 2 hezar û 936 kesan û wiha dewam kir: “Nêzîkî 3 û 400 kesî di destên DAIŞê de mane.”

Ji aliyê din ve, Koror got ku tevahiya kesên hatine rizgarkirin ji aliyê nivîsgeha wan ve bi alîkariya Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve hatine rizgarkirin û got; “Mixabin di dema derbasbûyî de hinek aliyan xwe xistiye nava vê mijarê û amaje bi wê yekê dane ku qaşo wan ev kurdên êzidî rizgar kirine. Vê yekê jî weke mijareke hizbî vedigerînin xwe. Em weke Nivsîngega Rizgarkirina Revandiyên Êzidî van îdîayên wan red dikin.”

Derbarê çawaniya rizgarkirina wan kesan de jî Husên Koro got; “Ev demek e nivîsîngeha me bi hemahengiya li gel dezgehên ewlekariya parêzgeha Duhokê û Wezareta Pêşmerge, herwiha hinek kes û aliyan, kariye van kesan ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!