Berpirsek ENKSê li ser qedexekirina Newrozê axivî

Duh, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li başûrê rojavayê Kurdistanê derbarê Newrozê cejna netewî ya gelê Kurd hin biryar derxistin. Ji wan biryaran vêxistina agirê Newrozê li hemû bajar û bajarokên başûrê rojavayê Kurdistanê kir.

Derbarê wan biryaran Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragehand ku, ew aliyê ku li dijî vêxistina agirê Newrozê ne li dijî projeya netewî ya gelê Kurd in, herwiha li dijî hemû piransîbên demokarsiyê ne.

Wî berpirsê ENKS aşkere kir ku, PYD li başûrê rojavayê Kurdistanê ser siyasetên xwe û kiryarên ne rewa berdewam e û heta niha nêzîkî 50 baregehên wan hatine girtin. Ew karê di derheqê wan de tê kirin ne yasayî ye û xizmeta yekrêziya navmala Kurdî nake û nakokîyan zêdetir dike.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!