PYDê li Kobanê jî dest bi girtina ofîsên ENKSê kir

Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Kobanê baregeha Encûmen Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxistin.

Derbarê daxistina wê ofîsê de endamekî PDK-Sê ku nexwest nave wî were aşkerekirin ragehand ku,   Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Kobanê baregeha Encûmen Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxistin.

Berî niha li bajarê Kobanê Encûmena  Xwecihiya wî bajarî ya ENKSê ragihandibû ku grûpeke jinan bi navê “Malbata Şehîdan” tên naskirin êrîşa baregeha xwecihiyê kiribûn û kelûpelên baregehê şikandin û Alaya Kurdistanê daxistin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji malpera PDK-S re bi tûndî ew kiryar şermezar kir û ragehand ku, ewên serdana hemû  konsolosxaneyên welatên cîhanê bikin û êrişên PYDê li ser avahiyên wan li cem wan gilî bikin.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!