Mehmûd Remo: Di şer de destê Îranê heye

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) Mehmûd Remo ku niha li bajarê Mêrdînê ya bakurê Kuridstanê dimîne, têkildarê rageşî û şerê li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şengal( YBŞ)ê de qewimîn ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê PDK-Sê Mehmûd Remo dîyar kir, ku di şerê li Şengalê de destê dewleta Îranê û destê dewletên dagîrkerên Kurdistanê heye.

Remo, got ku dewletên dagîrker bi van aloziyan dixwazin rê li ber serxwebûna başûrê Kurdistanê bigirin.

Rêveberê PDK-Sê bal kişand ser girtina endamên partiya xwe û ENKSê jî û da zanîn, ku piştî şerê li Şingalê, li başûrê rojavayê Kurdistanê zêdetirî 70 endamên PDK-Sê û ENKSê hatine girtin.

Bi gotina wî endamê Desteya Rêveber a PDK-Sê, herwiha di wan çend rojên dawiyê de, 30 nivîsîngehên partî û saziyên ser bi ENKSê ve jî ketine ber êrişê û çendîn ofîsên wan jî hatine daxistin.

Roja 3yê Adarê li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê li navçeya Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket û di encamê de çend kuştî û birîndar çêbûn.

Ji ber aloziyên li Şingalê, welatiyên sivîl cardin li herêmê aware bûne.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!